MÊRDÎN - Dîwana Mûhasebatê, destnîşan kir ku îhaleyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dijî qanûnê ne. Qeyûm beriya hilbijartinê bi 19 rojn bi 2 milyon TL'yî wesayît kirê kiribûn. Dîwana mûhasebetê diyar kir ku di vir de jî nelirêtî hatiye kirin.
Dîwana Mûhasebatê, rapora xwe ya derbarê şaredariyan de temam kir. Rapor, ji bo serdema 2017-2018'an hatiye amadekirin. Li gor rapora Dîwana Mûhasebatê, gelek îhaleyên ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman kirine, dijî qanûnê ne.
Dîwana Mûhasebatê ji bo 16 îhaleyên ku bi 38 milyon TL'yî hatine kirin destnîşan kir ku li gor usûlê nehatine kirin û dijî qanûnê ne.
Her wiha qeyûm beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an bi 19 rojan bi 2 milyon TL'yî wesayît kirê kiribûn. Dîwana mûhasebetê diyar kir ku di vir de jî nelirêtî hatiye kirin.
Parlementerê CHP'ê yê Mêrsînê Alpay Antmen, derbarê rapora Dîwana Mûhasebatê de bi nivîskî daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: "Vî welatî kesên fesadî xistine nav îhaleyê dîtin, ên perê gel tirtovirto kirine dîtin, ên gelek tişt pêşkeşî alîgiran kirin dîtin, firotina nirxên welat dît lê rêveberiyeke ku rabe Dîwana Mûhasebatê bixapîne nedîtibû. Lê AKP'ê ev yek jî kiriye".