MÊRDÎN – F.A. dema tayînkirina qeyûman şermezar kir, hatibû binçavkirin û polîsan di bin çavan de gef lê xwaribû. F.A., piştî hat berdan gilî kiribû, lê dozgeriyê hewce bi şopandinê nedît. Parêzer Fevzî Adsiz, diyar kir ku bêyî ku dozger guh bide şahidan û dîmenên kamerayan lêkolîn bike biryar daye.
Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Piştî qeyûm di 21'ê Tebaxê de di dema çalakiyên şermezarkirinê de F.A. hatibû binçavkirin û di 6 kêl avêtibûn canê wê. Di dema binçavkirinê de bi hinceta ku "îmze daneniye bin girtekê" polîsan heqaret lê kiriye û paşê wê birine avahiya berê ya midûriyeta emniyetê û li wir bi copan ew taciz kirine û bi destavêtinê gef lê xwarine. Piştî hat berdan çû Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û gilî kir.
Lê belê dozgeriyê biryara "neşopandinê" da. Dozgeriyê îdia kir ku di girtekên muayenekirinê de behsa derbkirinê nehatiye kirin û ji bo 6 kêlên avêtine canê wê jî got: "...muştekî jî di nav de roja bûyerê 4 kesan berhelestî kirine û hatiye tespîtkirin ku ji bo ev berhelestîkirin bê şikandin zorî ketiye dewrê".
Her wiha dozgeriyê daxwaza ji bo guhdarkirina şahidan û lêkolînkirina dîmenan jî red kiriye.
Parêzerê F.A.'yê Fevzî Adsiz, diyar kir ku merheleya dozgeriyê pêk nehatiye û got: "Piştî îfadeya li emniyetê hatiye berdan. Piştî îfadeya emniyetê xwestiye biçe dozgeriyê û tiştên hatine serî bîne ziman. Roja bûyerê parêzerên Baroya Mêrdînê çûne emniyetê û F.A. tiştên hatine serê wê ji hevalên me yên parêzer re gotiye".
Adsiz, destnîşan kir ku dema muwekîla wê ji bo muayeneyê birine nexweşxaneyê di rê de hatiye îşkencekirin û got: "Polîs jî pê re çûye. Bijîşk jî ji ber zextan gotiye derb tunene û rapor nedanê. Lê belê di rapora ewil de derbkirin heye".
Adsiz, da zanîn ku ew ê îtiraz bikin.
MA / Ahmet Kanbal