* Di dema şermezarkirina qeyûman de F.A. hatibû binçavkirin û di binçavan de bi destavêtinê gef lê hatibûn xwarin. Paşê F.A., gilî kiribû. Dozgeriyê jî derbarê giliyê de biryara "neşopandinê" da. Parêzer Fevzî Adsiz, diyar kir ku bêyî ku dozger guh bide şahidan û dîmenên kamerayan lêkolîn bike biryar daye.
* Dîwana Mûhasebatê, destnîşan kir ku îhaleyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dijî qanûnê ne. Qeyûm beriya hilbijartinê bi 19 rojn bi 2 milyon TL'yî wesayît kirê kiribûn. Dîwana mûhasebetê diyar kir ku di vir de jî nelirêtî hatiye kirin.
* Dîwana Mûhasebatê, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê, di nav mehekê de ji bo heman karî çend caran bi giştî 2 milyon û 729 hezar pere daye heman fîrmayê.
* Rojnamevan Îslam Ozkan, teskereya Lîbyayê nirxand. Ozkan, destnîşan kir ku heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çeteyên cîhadparêz birine Lîbyayê, wê Tirkiye bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne.
* Piştî windabûna Gulîstan Dokûyê careke din polîtîkayên ji bo tunekirina çanda Dersimê bûn rojev. Nûnerên komeleyên Dersimê, bang li dersimiyan kirin ku xwedî li ziman, çand û baweriya xwe derkevin.
* 5'emîn danişîna doza Karsaz Osman Kavala jî di navde 15 kesên ji çalakiyên Parka Gezî tên darizandin, dê li Kampusa Sîlîvrî ya 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 9 kesên ku li Edeneyê di lambayên trafîkê de çalakî li dar xist û xwest balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê, dê 23'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Edeneyê bê dîtin. (10.00)
* Akademîya Ma Musicê dê li Atolyeya Hunerê ya Akdenizê “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk" dê atolyeya rîtîma zarokan li dar bixin. (13.00)
* Ji bo sazumankara Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Ayşe Nur Zarakolu dê di 18'emîn salvegera mirina wê de li goristana Zeytinburnu bê bibîranîn (13.00)
* Partiyên siyasî dê li meclîsê civînên komên xwe li dar bixin û geyedanên di rojevê de bînin ziman.