AMED - Di doza ku rojnameger Bêrîtan Canozer bi sûcê "propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin dozger ceza xwest.
Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî derbarê rojnameger Bêrîtan Canozer de bi angaşta "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Danişîna 2'yemîn a doza Canozer li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bêrîtan Canozer û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bûn. Di rûniştinê de Canozer sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekir û anî ziman ku ew parvekirin ne yên wê ne.
Dozger bi hinceta "propagandaya rêxistinê" xwest ku Canozer bê cezakirin.
Parêzer Resûl Tamûr li dijî mutalaya dozger parastinê kir û ji bo parastinê dem xwest.
Heyeta dadgehê dozê taloqî 25'ê adarê kir.