AMED – Di danişîna doza Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de parêzeran ji şahid pirs pirsîn. Serokê dadgehê pirsan neeciband û li ser nîşandan bertekan biryar da ku danişîn girtî dewam bike.
Hevşaredara Navçeya Karaza Amedê Rojda Nazlier bi angaşta “Endama rêxistinê ye” girtî tê darizandin. Danişîna ewil a doza Nazlier li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nazlier ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Resûl Tamûr, Bawer Mizrak û Diyar Çetedîr di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari û Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê, malbata Nazlier û hevalên wê doz şopandin.
JI ODEYÊ HAT DERXISTIN
Kenan Maçoglû yê xwest li gel Nazlier a ku bi SEGBÎS’ê beşdar bû bimîne, serokê dadgehê hişyarî da û Maçoglû ji odeyê derxistin derve. Parêzer Bawer Mizrak ji ber zêdebûna hejmara şahidan û dê parastin dirêj dewam bike xwest qeyda SEGBÎS’ê were qeydkirin. Heyeta dadgehê bi hênceta dê tu piştevaniyê nede dosyeyê daxwaza Mizrak red kir.
‘EZ BI HÊNCETÊN BÊBINGEH TÊM GIRTIN’
Daxwaza ku Nazlier di danişînê de amade be hat redkirin. Nazlier derbarê angaştên li ser xwe de parastina xwe kir. Nazlier got ew li ser hêncet û sûcdariyên bêbingeh hatiye girtin û xwest were beratkirin.
SEROKÊ DADGEHÊ PIŞTEVANÎ DA ÎTÎRAFKAR: TU NE MECBÛRÎ BERSIVÊ BIDÎ
Îtîrafkar Ercan Tucî ji girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û got ew Nazlier nas nake û wê nedîtiye. Tucî da angaşt kir ku ew di sala 2016 û 2018’an de du caran çûye mala bav û dayika Nazlier. Tucî anî ziman ku ew nizane bi çend endamên rêxistinê û bi çend kesan re çûye malê û îfadeyên daye polîsan dubare dike.
Parêzer Bawer Mizrak ji Tucî pirs kir ku asta îfade dayînê û teşeyê îfade dayînê çawa pêk hatiye. Li ser vê yekê serokê dadgehê ket navberê û got bi pirsan şahid di rewşek zor de tê hiştin. Parêzer Resûl Tamûr jî ji Tucî pirs kir ku heta niha derbarê çend kesan de îfade daye. Serokê dadgehê hişyarî da Tucî û got “tu ne mecbûrî bersiv bidî.”
DANIŞÎNÊ GIRTÎ DEWAM KIR
Li ser vê yekê serokê dadgehê bi hênceta ji salonê qelebalixî tê û li ser vê yekê parlamenter Beştaş û Tosûn bersiv dan. Demek kurt gengeşe û rageşî derket. Li ser vê yekê serokê dadgehê bi hênceta xala 203’an CMK’ê biryar da ku salon were valakirin û ji polîsan xwest salonê vala bikin. Di navbera serokê dadgehê û parlamenterên HDP’ê de demek dirêj gengeşe derket. Li ser fermana serokê dadgehê parlamenter, parêzer, rojnameger û malbata Nazlier ji salonê hatin derxistin.
Serokê dadgehê 15 deqîqe navber da danişînê û pişt re danişînê girtî dewam kir.