AMED – Li Çinarê xal û cîranê Muhammed Velî Dumez ê 8 salî hatibû kuştin û hatibûn binçavkirin hatin berdan. Meta zarok, H.T. hêj di binçavan de ye.
Li gund3e Sergelya ya Çinara Amedê di 21’ê çile de zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez êvarê winda bûbû û piştî du saetan li xaniyek kavil ê derveyî gund bi birîndarî hatibû dîtin. Birîna Dumez giran bû ew rakiribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî kuştina zarokê biçûk 4 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan xal û du cîranên malbata zarok hatin berdan û metika zarok H.T. hêj di binçavan de ye.