AMED - Dozgerê Komarê ya Sakaryayê der barê bersûc Zafer Aşik ê Şîrîn Tosun kuşt de, bi sucdariya "bi zanebûn kuştiye" muebbet xwest, bi sucdariya xwestiye hevalê Tosun Mahsun Zeren bikuje" jî ji 9 salan heta 15 salan ceza xwest û doz vekir. Der barê 7 bersûcan de jî ji sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" biryara bêşopandinê da.
Şîrîn Tosûnê ji Amedê, tevî xwişk û birayên xwe ji bo kar çûbûn Sakaryayê. Di 21'ê Tebaxê de Şîrîn Tosûn ê 19 salî tevî hevalê xwe Mahsun Zeren ji gundê parali yê navçeya Karasû ya Sakaryayê vedigeriya, wesayîteke plakeya wê 21 leqayî wan hat. Tosûn û Zeren destê xwe lê rakirin û bi kurdî bi hev re diaxivin. Dema bi kurdî diaxivin 6 kesên li derdorê bi çekan êrîşî wan kirin û fîşek li serê Tosûn ket. Hevalê wî Mahsun Zeren jî bêyî birîndar bibe xelas bû. Di êrîşê de Zeren, çû malekê û alîkariyê xwest. Paşê ambulans hat cihê bûyerê û Tosûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Tosûn, piştî 51 rojên li nexweşxaneyê di 13'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê wî anîn û li Taxa Kaygûsûz a navçeya Pîran a Amedê veşart. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê lêpirsîn da destpêkirin û êrîşkar hatin zevtkirin. Êrîşkar hefteyekê di bin çavan de man. Ji êrîşkaran 2 kes hatin girtin 4 kes jî hatin berdan. Dozger lêpirsina der barê bûyerê de temam kir û îdîaname amade kir. Dozgerê Komarê yê Sakaryayê der barê Zafer Aşik ê 44 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê ye îdîaname amadek kir. Dozger der barê bersûc Zafer Aşik ê Şîrîn Tosun ê 19 salî kuşt de, bi sucdariya "bi zanebûn kuştiye" muebbet xwest, bi sucdariya xwestiye hevalê Tosun Mahsun Zeren bikuje" jî ji 9 salan heta 15 salan ceza xwest û doz vekir. Der barê 7 bersûcan de jî ji sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" biryara bêşopandinê da.
3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakarya îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger der barê bersûcê 29 salî Erkan Mutioglu de bi sûcdariya Mahsun Zeren "Bi sivikî birîndar kiriye" di navbera 4 meh û 1 salê de ceza xwest. Dîsa bi sucdariya çek veşartiye û delîla sûc reş kiriye di navbera 6 meh û 5 salan de ceza xwest. Dozger der barê 7 kesên din de jî biryara bê şopandinê da. Dozger der barê Erkan Mutioglu, Fuat Aşik, Selahattin Işik ve Turgut Aşik, İsmail Menteşe û Zafer Aşik û Hasan Savur jî ji îdîayên din biryara bêşopandinê da.