* Zarokê 15 salî F.Ç., yê li Edeneyê hat binçavkirin û serbest hat berdan, diyar kir ku polîsan di bin çavan de îşkence lê kirine. F.Ç., anî ziman ku xwestine bibin sîxur û ji ber vê yekê bi fikar e.
* 22 girtiyên ji Sûriyeyê ku di girtîgehên cuda de girtî ne, ji ber nasnameyên malbatên wan tune nikarin bi xizm û malbatên xwe re hevdîtin bikin. Ji 22 girtiyan Dijwar Nesrî Îsmaîl 29 salin girtî ye û heta niha tenê carekê bi malbatê re hevdîtin kiriye.
* Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, diyar kir ku JES ên li Aydinê tên avakirin hewayê qirêj dikin û tenduristiya mirovan dixin talûkeyê.
* Dewlet û banka, kesên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin wekî "Kesê qedexe" an jî "tc ya qedexe" pênase dike û cûdakariyê dixe nava wan. Kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin ji ber vê polîtîkayê nikarin sûdê ji hesabê bankayê jî bigirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku welatî rastî cudakariyê tên.
* Parlamentere HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, diyar kir ku dewletan olê îslamê ji heqîqet û rastiya wê dûr xistiye û kiriye amûra qetlîaman. Bulbul, anî ziman ku dema li ser tegeha devrî heq û heqîqetê îfade bikin wê demê dê zilm û zordariya ku dibe sedema înkar, nijadperestî, tekperestî, komkujiya xwezayê, tacîz û tecawiza jinan ji holê rabe.
* Dozgerê Komarê ya Sakaryayê der barê bersûc Zafer Aşik ê Şîrîn Tosun kuşt de, bi sucdariya "bi zanebûn kuştiye" muebbet xwest, bi sucdariya xwestiye hevalê Tosun Mahsun Zeren bikuje" jî ji 9 salan heta 15 salan ceza xwest û doz vekir. Der barê 7 bersûcan de jî ji sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" biryara bêşopandinê da.
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê li avahiya xwe Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehan ên Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (12.00)
* Desteya Kordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirkiyê (TMMOB) ya Amedê dê têkildarî erdheja Xarpêtê li avahiya Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Danişîna ewil a doza Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku girtî tê darizandin dê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-16.00)
* Danişîna sêyemîn a doza Muzeyyen Boylu ku ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin dê li Dadgeha Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)
* Şandeya HDP'ê dê li herêma erdheja li Meletiyê pêk hatiye serdanan pêk bîne.
* Geşedanên li herêma erdheja Xarpêtê diqewimin dê bên şopandin.