NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ezazê ku di kontrola Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê de ye, teqîneke bi hêz rû da. Herî kêm 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gora çavkaniyên xwecihî, vê êvarê teqînek bi hêz li nêzî avahiya ‘Edalet’ ya komên çekdar a li bajarê Ezazê çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Hate gotin ji ber teqînê gelek dikan û wesayîtên li derdorê jî şewitîn.