ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê, dest bi kampanyeya piştevaniyê kir.
Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê dest bi kampanyaya piştevaniyê kir. Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Em li gelê bajêr daxwaz dikin ku ji bo betanî, erzaq, cil û paçên zarokan alîkarî bikin.”
Şaredariyê diyar kir ku ewê di demek kurt de alîkariyê li garaja agirkuj berhev bikin û bibin herêma erdhejê.