MÊRDÎN – Mehmet Aydin li nexweşxaneyekê taybet emeliyat bû û ji berk u pereyê wî tunebû bi halê emeliyatkirî hiştin derve. Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jî, ji ber ku ewlehiya Mehmet Aydin a civakî tune bû, qebûl nekirin.
Li Mêrdînê, welatiyê 55 salî Mehmet Aydin ê bêmal û bêxwedî, di 23’yê Çile de li navenda bajêr ji ser hişê xwe çû û welatiyên derdorê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Nexweşxaneyê ji ber tunebûna ewlekariya civakî Aydin qebûl kir. Heman welatiyan vê carê Aydin birin nexweşxaneyek taybet. Li nexweşxanê di encama tedawiyê de, derket holê ku pençeşêra mîzdankê bi Aydin re heye û hat diyar kirin ku divê Aydin bi awayekê lezgîn bê emeliyatkirin. Welatiyên Aydin birin nexweşxanê bi nexweşxanê re deynname îmze kirin û Aydin hat emeliyatkirin. Aydin diviyabû piştî emeliyatê li nexweşxanê dibin çavderiyê de bimîne, lê ji ber ku pereyê wî tunebû, ji nexweşxanê hat avêtin. Aydin li ser vê yekê carek din diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Lê rêveberiya nexweşxanê ji ber tunebûna ewlekariya tenduristiyê Aydin qebûl nakin.”
'BERSIV NEDAN MIN'
Aydin ê niha di înşeatekê de dimîne, bi alîkariya kesên derdorê, serî li Wezareta Tenduristiyê, Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) û gelek saziyên sin da, lê heya niha tu bersiv ji bo wî nehatiye dayîn. Aydin, diyar kir ku li Tirkiyeyê tişta herî erzan jiyana mirovane û got: “Nexweşxane kirine cihê burokrasiyê û kesekê derman nakin. Êdî ez baweriya xwe bi dewlet û qanûnên wê naynim. Bi aşkere j imin re gotin ‘here û bimire.’ Yê vê dibêje dewlete, dewletek civakiye. Tu cîhanek wisan tuneye.”
‘NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ ALÎKARÎ NEKIR’
Yek ji welatiyên alîkarî dan Aydin Îbrahîm Çogala, bertek nîşan da û wiha axivî: “Ji bo vê rewşê ez pir xemgîn bûm. Ez berpirsiyaratiya xwe ya mirovî bi cih tînim. Min bi vî awayekê alîkarî daye gelek kesan. Rayedarên nexweşcanê ji me re gotin ‘an hûnê pere bidin, an jî emê nexweş derbixin.’ Bi vî awayî nexweş avêtin derve. Nexweşxaneya dewletê jî Aydin qebûl nekir. Me jî ew anî vê înşeatê. Me odeyek ji bo wî amade ki û betanî danîn. Em bang dikin ku mirov alîkariya wî bikin.”