MELETÎ - Li Taxa Gundeger a Puturge 30 mal û 10 axur di erdhejê de hilweşiyan, lê heya niha nedane wan. Ligel gotinên efserên dewletê yên tax ziyaret kirin jî, alîkariya kon ji bo taxê nehatiye kirin. Mûxtar Selahattîn Yildirim, da zanîn ku welatî bi vexistina agir şeva xwe derbas dikin.
Di şeva 24’ê Çileyê de li navçeya Xûxê ya Xarpêtê, erdheja mezinahiya wê 6.8 rû da û hîna jî erdhejên peyhatî dewam dikin. Welatiyên Meletiyê yên malên wan zirar dîtin, ditirsin ku vegerên malên xwe. Taxa Gundeger a navçeya Puturge her zêde ji erdhejê bi bandor bû, lê hatiy niha tu alîkarî ji bo taxê nehatiye kirin. Di erdhejê de li taxê 30 mal hilweşiyan û welatiyên taxê ev 2 şevin şeva xwe dibin sermaya pileya 5 kêm de, di wesayît û qulûbeyan de derbas dikin. Mûxtarê taxê Selahattîn Yildirim, diyar kir ku wan hemû mexdûriyetên xwe ji efserên dewletê re vegotin, lê ligel vê jî heya niha tu alîkariyê ji bo wan nehatiye kirin. Welatiyê taxê Yûsûf Yildirim jî, da zanîn ku konekê wan jî tuneye ku xwe bêxin bin de.
Li taxa ku 10-15 kîlometre dûrî navçeya Xûxê ye 60 mal lê ne, 30 mal û 10 axur hilweşiyan û di gelek malan de jî zirarek mezin rû daye. Ji ber vê yekê welatî nikarin bikevin tax û malên xwe.
‘DIVÊ ALIKARIYA ME BÊ KIRIN’
Mûxtar Selahattîn Yildirim, da zanîn ku dewletê ji roja erdhejê ve tu alîkarî nedaye wan û wiha axivî: “Waliyê Meletiyê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin, parlamenterên AKP û MHP’ê, piştî erdhejê hatin serdana me. Ji me re gotin ku ewê alîkariya kon û amûrên din bidin wan. Lê ligel vê yekê jî, heya niha tu alîkarî nedane me. Yanî hîna tiştek nedana taxa Gundeger. Gotin wê duh alîkarî were, lê nehat. Em li qeymeqamtiyê digirin, ji me re dibin wê kêliyek din şûnde were. Cendirmehî heman tiştî dibe. Welhasil tiştek nehat.”
‘MIROV JÎ SEWAL JÎ DERVE DENE’
Yildirim, da zanîn ku ev 2 şevin welatî dibin serya dijwar de şeva xwe derbas dikin û wiha bilêv kir: “Mirovên me li derve agir pêdixin û şeva xwe derbas dikin. Wê îşev jî heman tiştî bikin. Divê ev rewş neyê jiyîn. Ji bo vê rewşê pir xemgîn dibim. Gotin wê îro kon werin. Ka emê bibînin. Mirovên ku xaniyên wan hilweşiyane, hemû derve de mane. Di wesayîtande şeva xwe derbas dikin. Dema ku efserên dewletê hatin vê derê me ji wan re got pêdiviya me bi konan heye. Niha hemû mirov û sewal derve dene.”
‘BAV Û DAYIKA MIN DERVE DENE’
Yek ji welatiyên Taxê yê Stenbolê dijî Yûsûf Yildirim ê piştî erdhejê hat gel dayik û bavê xwe jî, diyar kir ku ew nikarin di mala xwe de bijîn û wiha axivî: “Hîna jî erdhej dewam dike. Em nikarin bikevin hûndirê malê. Rewşa malê bi rîske. Piştî erdhejê bav û dayika min şeva xwe derve de derbas kirin. Niha jî derve de dimînin. Konekê me jî tuneye. Duh ji me re gotin wê konan bînin, lê ne anîn. Em duh jî derve de man. Xwedê ji cîranên me razîbe, deriyê mala xwe ji bo me vekirin. Ez hêvî dikim ku îro kon bidin me. Niha hewa pir sare. Em di vê sermayê de derve de dimîni. Dewletê di vî warî de tu alîkarî nedaye me. Em dixwazin ku demildest vê mexdûrbûyîna me derbas bikin.”