NAVENDA NÛÇEYAN - Kobanê di 26‘ê Çileyê 2015'an de ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Li Kobanê YPG-YPJ'ê 134 rojan li dijî êrîşên DAIŞ'ê şer kirin û êrîşên DAIŞ'ê şikandin. Bi minasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê tê payîn ku li gelek navendan pîrozbahî bên li dar xistin.
Piştî di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweşî pêş ket, Kurd nebûn alî û xeta sêyemîn parastin. Piştî êrîş li ser Kobanê pêş ketin, şervanên gel ên xeta sêyemîn li dijî hêzên DAIŞ û hêzên navneteweyî şer kirin û li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedanek dînokî nîşan dan. Hemû cîhanê şerê navbera DAIŞ û YPG, YPJ û QSD'ê temaşe kirin. DAIŞ'ê xwest Kobanê desteser bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Lê gelê Kobanê û şervanên gelê Kobanê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Rayedaran diyar kirin ku berê armanca DAİŞ'ê destxistina Şamê bû, lê piştî ku Tirkiye DAIŞ araste kir, DAIŞ'ê berê xwe da Kobanê.
Di Tebaxa 2014'ê Tebaxê de DAIŞ'ê ji rojavayê Firatê ji aliyê Cerablusê ve dest bi êrîşan kir. Lê şervanên Kobanê êrîş şikandin. Piştre DAIŞ'ê xwe komî ser hev kir û berê xwe da Kobanê. DAIŞ'ê vê carê di 15'ê Îlonê de ji Rojava, Başûr û Rojhilat ji sê milan de êrîşî Kobanê kirin. Li Gundê Serzorî 11 şervanên Kurd di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê bi vê êrîşê encama têkçûna xwe diyar kir. Şervanên kurd tevî çekên kêm, li dijî DAIŞ'a ku bi çekên giran û nûjen êrîş dikir li ber xwe da û êrîşên DAIŞ'ê şikandin. Di şerê li Kobanê de, êdî wekî ku Kobanê ne perçeyekî Sûriyeyê bû. Rejîma Sûriye qet bertek nîşan neda. Qet bersîv jî neda. Piştre Serokomar Erdogan got ‘Ayn-el Arap ket wê bikeve" û piştgiriya xwe ya DAIŞ'ê anî ziman. Lê tevî hemû êrîşên giran şervanên Kurd li Kobanê heta dawî li ber xwe dan û DAIŞ têk bir. Kobanê ji DAIŞ'ê re kirin goristan û li vir rûpelek nû ya berxwedanê vekirin. Berxwedanê li vir kok berda û belav bû. Kobanê di 26'ê çileya 2015’an de ji destê DAIŞ'ê paqij bû. Kobanê bi berxwedana xwe bû sembol. Piştre 1'ê mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê" hat qebûlkirin.
DAIŞ‘ê di 15'ê îlona 2014'an de êrîşî Kobanê kir û xwest Kobanê dagir bike. Lê endamên YPG-YPJ'ê li dijî êrîşên DAIŞ'ê 134 rojan şer kir û destûr neda ku Kobanê bê dagirkirin. Piştî şerê 134 rojan êrîşê DAIŞ'ê şikandin û Kobanê ji DAIŞ'ê rizgar kirin. DAIŞ li dijî berxwedana parazvanên Kobanê cara yekem li Kobanê têk çûn. Piştî têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê, gelê Kobanê her sal vê rojê pîroz dikin. Tê payîn ku li gelek navendan îro pîrozbahî bên li dar xistin.