STENBOL - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, zext û zoriyên li ser baweriyên cuda û gelan nirxand û bal kişand ser mudaxileya bîrdoziya fermî. Bariş, diyar kir ku bi van kiryaran dixwazin peyama "Hûn bên vê axê, wê ev tişt bên serê we" bidin van derdoran.
Li Tirkiyeyê, feraseta dewletê ya tekparêz û înkarkirina bawerî û mezhebên cuda, dibe sedema êrîşan. Herî dawî li Bêşebaba Şirnexê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên suryanî di 11'ê Çileyê de winda bûn û hîn jî xeber ji wan nehatiye girtin û girtina keşîşê suryanî Sefer (Aho) Bîleçen) jî nîşan didin ku zext û zoriyeke çawa li ser bawerî û gelan heye. Ligel vê ji bo cemxane wekî îbadetxaneyan neyên hesibandin jî israrek heye û îşaretkirina malên elewiyan jî vê rewşê hîn berbiçavtir dike.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, anî ziman ku kengî gelên kêmaniyî xwe bikeys dikin û xwe didin hev, bi awayekî dijwar bi zextên bîrdoziya fermî re rû bi rû dimînin. Bariş, bibîr xist ku di demên dawî de zextên li ser surayaniyan zêde bûne û got, nexasim jî cerdevan û kesên nêzî dewletê ji vegera van derdoran nerihet dibin. Bariş, got: "Bi taybetî jî êrîşên li ser xirîstiyanên Kurdistanî watedar in. Ev hêdî hêdî ber bi kiryarên nediyar ve diçe. Bi vî hawî dixwazin vê peyamê bidin: Neyên vê axê. Heger hûn werin wê ev tişt bên serê we".
Bariş, diyar kir ku ev pêvajo elewiyan jî daxilî nav xwe dike û îşaretkirina malên elewiyan bibîr xist. Bariş, got: "Ev tişt komkujiyên Mereş û Sêwazê tînin bîra me. Yanî ev pêşî bi îşaretekê dest pê dike, paşê ev şidet li nêv kuçeyê xwe dide der. Ne mimkun e ku bêyî haya dewletê pêk bên".
‘DIJMINÊ SEREKE KURD IN'
Bariş, destnîşan kir ku liv û tevgerîneke li gor peymana tirkîtiyê heye û li gor vê peymanê kesên ne tirk hemû 'dijmin' in û got: "Konsepta tirkîtiyê dibêje; dijminê sereke kurd in. Li ser vê hûr dibin. Mesela du hefte berê, ev avahiya ku em niha lê hevpeyvînê çê dikin hat gulebarankirin. Yanî partiyeke legal guleberan kirin. A rast di asasê xwe de demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê hatiye gulebarankirin. Kurd hatine gulebarankirin, pêkhateyên wê hatine gulebarankirin. Yanî karê serseriyekî li kuçeyane ku MHP'iyek ev yek organîze kiriye. Divê em bi vî hawî li meseleyê mêze bikin".
‘LI SER MALÊ HAZIR RÛDINÊN'
Bariş, bibîr xist ku hefteya borî li Êlihê êrîşî êzidiyan jî hatiye kirin û got: "Dest danîn ser erdên wan. Ji wan re gotin, 'Heger hûn neçin em ê we bikujin'. Ên ev kirin hêzên herêmî, eşîr û cerdevanên gundan bûn. Wekî xenîmeteke şerî lê mêze dikin, naxwazin bidin. Berê jî li ser mal û milkên ermeniyan rûniştibûn. Niha jî li ser malê êzidî, keldanî û ermeniyên mayî rûdinên. Hêdî hêdî jî berê xwe didin mal û milkên elewiyan. A rast divê mirov wekî konseptekê lê mêze bike".
ZEMÎNE JIYANA BI HEV RE
Bariş, anî ziman ku heger perçeyek jî ji mozaîka Mezopotamya û Anatolyayê kêm bibe wê ev kêmanî ya her kesî be û got: "Heger em wê perçeya kêm deynin cihê wê em ê bi ser bikevin. Ligel van xirabiyan hêviyên nû jî zîl didin. Çimkî, heta çend sal berê jî belkî kurdek êzidî û misilman karibûn cînarên hev bûna, lê belê niha ev di hêla fikrî û polîtîk de jî pêk hatiye".
Bariş, anî ziman ku partiya wan bi Komîsyona Gelan û Baweriyan hewl dide derdorên ji baweriyên cuda bîne cem hev du û ji bo vê sempozyûm çê kirine û got: "Gel, hev du nas dikin. Ew hewl didin me ji hev veqetînin, lê em jî hewl didin bibin yek. Em, wekî HDP'iyekî û êzidiyekî, bîr û baweriya min ew e ku heger kurdên misilman li cihê lê dimînin xwe baş hîs bikin wê pêşeroja min jî aram be. Heger rewşa wan xirab be ez ê tu carî xwe baş hîs nekim. Êzidî xwe baş hîs nakin, suryanî xwe baş hîs nakin, ermenî xwe baş hîs nakin, elewî qet xwe baş hîs nakin. Loma misilmanekî xwedîwijdan nikare bêje ez xwe baş hîs dikim. Aha HDP'ê pirsiyariya vê yekê dike".
MA / Erdogan Alayûmat