EDENE - Vedat Bektaş ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got, di dema lêgerîna qawîşan de gardiyan ji wan re dibêjin "hûn terorîst in".
Vedat Bektaş ku di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Bektaş, di hevdîtina vekirî ya 22'yê Çileyê de hevdîtin bi diya xwe re çê kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Bektaş, anî ziman ku 3 sal in bi zextên derûnî û fizîkî re rû bi rû dimînin û got: "Her sibeh û êvarê di bin navê jimariyê de davêjin ser qawîşên me û her tiştê me belawela dikin. Heqaretê li me dikin. Gardiyan ji me re dibêjin, 'Hûn terorîst in'. Di dema sewqên nexweşxaneyê de girtiyên nexweş bi saetan tên sekinandin û bêyî ku em bên muayenekirin me dişînin girtîgehê. Hevalên me yên nexweş nayên tedawîkirin. Gava em dermanan dixwazin nadin. Niha em nikarin bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Gava em diçin cem midûrê girtîgehê, ji me re dibêje 'Heger hûn tiştekî nekin û dev ji çalakiyan berdin, em ê van pirsgirêkan hel bikin'. Lê nayên helkirin. Ji bo dawî li van binpêkirinên mafan bê em bang li parêzvanên mafên mirovan dikin".
Dayik Fatma Bektaş, anî ziman ku derbarê binpêkirinên mafan de çûne cem midûr û dozgerê girtîgehê. Bektaş, diyar kir ku îdareyê ji wan re gotiye: "Zarokên we rast nabêjin. Tiştekî wiha çê nebûye. Biçin hûn li kuderê gilî dikin bikin".
Dayik Bektaş, destnîşan kir ku çi bie berpirsiyar îdareya girtîgehê ye û got, girtî ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan 3 hefte ye hevdîtina bi telefonê nakin. Bektaş, ji bo dawî li binpêkirinên mafan bê gazî parêzvanên mafên mirovan û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir.
Girtî Agît Tekîn jî di 25'ê Çileyê de telefonî malbata xwe kiriye û gotiye, hevalê wan Saît Toramanê ku nigekî wî tune ye dema sewqkirina nexweşxaneyê kirine eskeran li wî xistine.
MA / Hamdûllah Kesen