NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdil Hamid El Mihbaş, derbarê geşedanên Lîbyayê de got: "Ger li Lîbyayê komên radîkal kontrolê bi dest bixin, ev ji bo welatên Ereb, Efrîqa û Ewropa xetereyeke mezin e. Bi taybet jî ji bo Îtalyayê."
Di cografyaya Efrîqayê de Lîbya xwedî roleke çawa ye? Hikûmeta Mutabeqata Neteweyî ku serkêşiya wê Mustafa Fayez el-Sarrac dike ji kîjan kom û derdoran pêk tê? Kîjan partî, kom û derdor di nava Artêşa Neteweyî a Lîbya de cihê xwe digirin ku serkêşiya wê General Xelîfe Hefter dike? Welatên ereban û welatên Ewropayê çima piştgiriyê didin Ha-efter?
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdil Hamid El Mihbaş ku di mijara Lîbyayê de serwer e pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
'BANDORA LÎBYAYÊ LI SER WELATÊN EREB Û EFRÎQAYÊ JÎ HEYE'
El Mihbaş, destnîşan kir ku Lîbya di nava welatên ereban de ji hêla çavkaniyên binerdî ve xwedî cihekî girîng e û wiha got: "Lîbya, di nava dewletên Ereb de ji hêla dewlemendiyên binerdî ve bi taybet ji hêla petrolê ve welatekî girîng e. Dîsa li Bakûrê Efrîqayê xwedî cihekî stratejîk e. Ev yek girîngiyeke mezin dide Lîbyayê. Di encama vê girîngiyê de koordîneya petrolê di ser vî welatî re bi rêya Derya Spî ber bi welatên Yekitiya Ewropa ve tê kirin. Her wiha Lîbya yek ji endamê damezirîner yê Yekîtiya Welatên Ereb e jî. Dîsa damezirînerê Yekitiya Efrîqayê ye. Ev yek jî girîngiyeke mezin û roleke bi bandor li hemû qada erebî û efrîqî de dide wê."
'MISIR JI ÎXWANÊ GELEK KIŞANDIYE'
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku serkêşiya wê General Xelîfe Hefter dike, piraniya Lîbyayê di bin kontrola xwe de digire. Gelek welatên ereban jî piştgiriya Hefter dikin. El Mihbaş, welatên ku piştgiriya Hefter dikin û sedema vê yekê jî bi van gotinan tîne ziman: "Derbarê geşedanên dawî yên li Lîbyayê de, em dibînin ku General Xelîfe Hefter hewl dide bi alîkariya dewletên ereb û di serî de Misir, Îmarat û Siûdiyê rêxistinên terorîst yên weke DAIŞ`ê û çekdarên Îxwan ku Terablûs kontrol kirine têk bibe. Bi taybetî Misir çima desteka Artêşa Niştîmanî a di bin serkêşiya Hefter de ye dike? Ji ber Misrê pir ji koma Îxwan a terorîst kişandiye. Her wiha ger Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê li ser hemû sînorê Lîbyayê kontrolê pêk neyine dê ev yek bandorê li hemû dewletên ereb û yên Ewropayê bike. Yanî ger komên radîkal Lîbyayê bixin bin kontrola xwe ev ji bo welatên ereb, Efrîqa û Ewropayê xetereyeke mezin e. Bi taybet jî li ser Îtalyayê. Lewre em dizanin beriya Artêşa Niştimanî ya Hefter bajarê Sirte bigire rojane bi hezaran kes di rêya bajarê Sirte re derbasî Îtalyayê dibûn."
'KOMÊN RADÎKAL KU QSD EW TÊK BIRIN TRANSFERÎ LÎBYAYÊ DIKIN'
Piştgiriya Tirkiyeyê ji bo Hikûmeta Sarrac ku ji komên radîkal pêk tê, dibe sedema bertekên welatên ereb. Gerek peymana sînorê behrê ya di navbera Tirkiye û Libyayê de, gerek jî qebûlkirina teskereya şandina eskerên tirk ji bo Lîbyayê, ligel welatên ereb, bû sedema berteknîşandayina welatên Ewropayê jî. Dîsa nîqaşên weke "Tirkiye komên çekdar yên DAIŞ û El Nusrayî ku li hemberî QSD'yê têkçûbûn dişîne Lîbyayê" jî di rojevê de cihê xwe digire. Di vê mijarê de jî El Mihbaş, wiha dibêje: "Ew komên çete ku li Sûriyeyê bi salan li hemberî gelan hatin bikaranîn niha bi serkêşiya Serokomarê Tirk Erdogan dişînin Lîbyayê. Ew bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ne ku QSD`ê ew têk birin. Piştî têkçûyînê hin ji wan reviyan Tirkiyeyê. Niha jî wan transferî Lîbyayê dikin. Tevlî komên Îxwan yên Sarrac dibin. Niha serkêşiya Îxwanî Muslimîn Erdogan dike. Bi têkçûna komên radîkal li Lîbyayê, dê çareserî jî pêk bê. Ji bo vê yekê jî alîkarî û piştgiriya welatên ereb û navneteweyî divê zêdetir be. Lewre demdirêjiya aloziya li Lîbyayê ji bo tu welatî ne bi feyde ye."
'EM BAWERIN KU GELÊ LÎBYAYÊ DÊ BI SER BIKEVE'
El Mihbaş, destnîşan dike ku di navbera Lîbya û Suriyeyê de ferq heye û wiha dirêjahî dide axaftina xwe: "Lîbya û Suriye ne weke hev in. Li Sûriyê gelek pêkhate û gelên cuda dijîn. Lê li Lîbya tenê pêkhateyên erebên Misliman hene. Dîsa pergalên eşîran li hemû herêmên Lîbyayê serwer in. Em hêvi dikin ku gel demek berî demekê îstiqrara welatê xwe bi dest bixe. Gelê Lîbyayê jî weke welatên herêmê rastî gelek êrîşên terorî ma û ji warên xwe koçber bûn. Lê em bawer in Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê û gel dê ewlehiya welatê xwe bi dest bixin û bi ser bikevin."
'EM NAXWAZIN GUHERTIN BI HÊZÊN DERVE PÊK BÊ'
El Mihbaş herî dawî got, ew li hemberî mudaxeleya hêzên derveyî ne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê îradeya guherînê ya gelê Lîbyayê û redkirina pergala dîktatoriyê bi rêzdarî dibînin. Lê em li hemberî mudaxeleya leşkerî û hêzên derve ne. Em naxwazin guhertin bi van pêk bê. Lewre bi van mudaxeleyan dê bandora komên radîkal û terorî zêde bibe û li derdorê jî belav bibe."
EL MIHBAŞ KÎ YE?
Ebdil Hamid El Mihbaş, beriya şerê navxweyî yê Suriyeyê di midûriyeta ewlehiyê de polîs bû. Piştî şer ji rejimê veqetiya û di nava refên gel de cihê xwe girt. Di dema bajarê lê jidayikbûbû Reqa ji hêla QSD'ê ve hate rizgarkirin, di xebatê Meclîsa Sivil a Reqayê de cih girt. Endamê Meclisa Suriyeya Demokratîk e û yek ji damezirînerê Partiya Pêşeroj a Suriyeyê ye. El Mihbaş, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
MA / Abdurrahman Gok