MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, 16 mal û milkên şaredariyê da îhaleyê. Hevşaredar Mehmet Şerîf Kiran ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bibîr xist ku mal û milkên şaredariyê ne ê çend kesan e, ê tevahiya bajêr in.
Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas ku di 16'ê Mijdara 2019'an de tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin, mal û milkên şaredariyê da ber îhaleyê. Qeyûm, îhale di 6'ê Çileyê de li ser malpera şaredariyê ragihand.
16 DIKAN DAN BER ÎHALEYÊ
Di malpera şaredariyê de tê diyarkirin ku 16 dikanên li Qada Şaredariyê dane ber îhaleyê. Her wiha di malperê de hatiye gotin ku îhaleya 7 dikanan wê di 10'ê Çileyê, îhaleya 5 dikanan wê di 20'ê Çileyê û wê îhaleya 4 dikanan jî di 30'yê Çileyê de pêk bê. Hatiye diyarkirin ku bedêla 16 dikanan 3 milyon û 812,12 TL ye.
HEVŞAREDAR KIRAN: EV MALÊN DÊRIKIYA NE
Hevşaredar Mehmet Şerîf Kiran ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku divê îhaleyên navbirî bên betalkirin. Kiran, anî ziman ku dikanên dane ber îhaleyan ne ên çend kesan e ên tevahiya dêrikiyan e û got: "Divê bê betalkirin. Ev dizî ye. Ev dikan ne çend kesan e ê 63 hezar dêrikiyan e. Milkiyeta wan ê gel e".