XARPÊT – Parêzerên Şaxa OHD'ê ya Amedê ku çûn girtîgeha Xarpêt û Meletiyê, diyar kirin ku tu xesar çê nebûye lê belê di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin.
Piştî erdheja li Xox Xarpêtê, fikar bi xizmên girtiyên di Girtîgeha Xarpêtê de çê bûbûn. Piştî vê parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê çûn girtîgehê. Parêzer, hevdîtin bi girtiyan û îdareya girtîgehê re çê kirin.
DERIYÊN HEWADARIYAN NEHATINE VEKIRIN
Parêzeran, diyar kir ku di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin û gotin, li girtîgehê tu xeaserek çê nebûye û rewşa girtiyan baş e. Her wiha parêzeran anî ziman ku îdareya girtîgehê hiştiye girtiyên malbatên wan li Xarpêt û Meletiyê ne telefonî malbatên xwe bikin, lê belê girtiyên din jî wê di nêz de karibin telefonî malbatên xwe bikin.
Parêzer çûn Girtgeha Tîpa E ya Meletiyê jî û li vira jî hevdîtin bi girtiyan û îdareya girtîgehê re çê kirine. Parêzeran, anî ziman ku li girtîgehê tu prisgirêk tuneye, lê belê li vira jî di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin.