XARPÊT - Li Taxa Mûstafapaşa ya Xarpêtê, ji bin du avahiyên bi ser hev de hilweşiyan, 4 kes hatin derxistin. Ji kesên hatin derxistin 2 jê jiyana xwe ji dest dane.
Li Kuçeya Bostanê ya Taxa Mûstafapaşa ya Xarpêtê, ji bin du avahiyên bi ser hev de hilweşiyan heta niha 8 kes hatine derxistin. Herî dawî Hanim Yildirim û Ayşe Yildiz a 70 salî hatin derxistin û her wiha 1 jê zarok cenazeyê 2 kesan jî ji bin heman kavilan hatin derxistin.
Birîndarên ji bin kavilan hatin derxistin bi ambulansan birin nexweşxaneyê û her du cenaze jî birin morgê.