XARPÊT - Li Gundê Çevrimtaş ê di erdhejê de ji 13 xaniyan 4 xanî ser û bin bûn û 2 kesan lê jiyana xwe ji dest dan, di erdheja 2007'an de jî gelek xaniyan zerar dîtibû. Ji ber wê demê tedbîr nehatin girtin niha tev ser û bûn bû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî erdheja şideta wê 6.8 li Xarpêtê pêk hat, li navenda bajêr, navçeyan û gelek gundên wê avahî hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî yên saet di 11.45'ê 25'ê Çileya 2020'an de 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 1030 welatî jî birîndar bûne û di xaniyên xera bûne delêgerîn didome. Yek ji cihê herî zêde zerar dît Gundê Çevrimtaş ê Xarpêtê ye. Li Gundê Çevrimtaş ê di erdhejê de ji 13 xaniyan 4 xanî ser û bin bûn û 2 kesan lê jiyana xwe ji dest dan. Di erdheja 2007'an de jî gelek xaniyan zerar dîtibû. Ji ber wê demê tedbîr nehatin girtin niha tev ser û bûn bû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gund welatî Zekî Ertaş û Ramazan Ertaş jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku Ramazan Ertaş di erdheja 2007'an de xaniyê wî zerad dîtibû. Ji ber tedbîr nehat girtin dîsa di xaniyê xerabe de jiyana xwe berdewam kir. Gund piştî erdheja dawî vala bû û niha tenê yekîneyên esker û AFAD'ê li gund in.
Muxtarê Gund Ramazan Alparslan, diyar kir ku yenîneyên AFAD'ê 4 saet şûnde hatin gund û wiha got: "Me gundiyan bi derfetên xwe welatî ji bin kavilên xerabe derxistin. Dema erdhej pêk hat em çûn taxa din. Me dît ku li wir Zeki Ertaş di bin xanî de maye. Me bi alîkariya cîranan ew xelas kir. Me Yaşar Guçlu bi alîkariya kepçeyê xelas kir. Me Ramazan Ertaş û zarokên wî ji bin kavilan xelas kir. Li wir 4 mal xera bûn. Li wir Ramazan Ertaş jiyana xwe ji dest da. Me welatî Turgut Ozdemir, Yılmaz Kartalkaya û dayika wî Ferinaz jî ji malê rizgar kirin."
Alparslan, destnîşan kir ku di sala 2007’an de jî erdhej pêk haitbû û xaniyan zerar dîtibû.
Welatî Ramazan Ermek ku xaniyê wî xera bû jî li ber kavilên xaniyê xwe radiweste û banga alîkariyê kir.