STENBOL - Komîsyona Girtîgehan ê Şaxên ÎHD'ê ya Stenbolê, di çalakiya xwe ya Rûniştina F de, xwest ku girtiyê 29 salî Devrîm Ayik ê ji rûveyên xwe nexweş demildest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi boneya girtiyên nexweş serbest bên berdan, xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û di hefteya 409'an de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê xizmêr girtiyên nexweş û rêveberên ÎHD'ê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Endamên komîsyonê yên rastî astengiya polîsan hatin vê carê çûn li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên “Divê girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin .
Sekretera Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Leman Yûrtsever, daxuyanî da û wiha axivî: “Mafê girtiyên nexweş tên astengkirin û ji derveyî daxwaza xwe tên sewqkirin. Ev jî bandorê li ser malbatan dike û malbatan di warê aboriyê de dixe nava zor û zehmetiyan. Divê ev pêkanîna sewqên ji derveyê daxwaz û vîna girtiyan tên kirin bi dawî bibin.”
‘REWŞA WÎ GIRAN DIBE’
Yurtsever, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê girtin û wiha got: “Bi Devrîm Ayik ê 29 salî re nexweşiya CHRON (jehrîbûna rûviyan) heye. Di heman demê de ji bo ku êşên wî bên rawestan û pençeşêr bi wî re pêş nekeve, 2 heftiyan carke derziya ‘HUMÎRA’ li xwe dide. Ji ber nexweşiya xwe heya niha du caran hatiye emeliyat kirin û nêzî metreyekê rûviyê wî hatiye jêkirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe rewşa Ayik girantir dibe. Divê demildest Ayik bê berdan. Ayik êdî nikare bi tena serê xwe, di şert û mercên girtîgehê de li xwe mêze bike. Em dixwazin ayik bê berdan. Ji bo ku Devrîm Ayik bê berdan em bang li rayedaran dikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.