AMED - Heyeta Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê li Xarpêtê li cihê erdhejê lêkolîn kir.
Di şeva 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pêl li Xarpêtê pêk hat. Di erdhejê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1050 kes birîndar bûn. Erdheja ku navenda wê Xoxê ya Xarpêtê bû, li Meletî, Amed, Riha, Mêrdîn, Semsûr û gelek bajarên derdorê bajar hejiya. Li ser vê yekê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê ji bo ku lêkolîn bike bi heyetekê çû Elezîz, navçeyên wê û gundên wê. Bi heyetekê jî li navçeya Amedê Şengûşê lêkolîn kirin. Lijneya Koordînasyona Bajar a Meletiyê ya TMMOB'ê jî li Meletiyê li cihên ku erdhejê bandor lê kiriye lêkolîn kir. Heyet dê sibê encama lêkolînê bi raya giştî re parve bike.