XARPÊT - Jin 6 meh ducanê Pinar Dîşlî ya li Taxa Gezîn a navçeya Xûxê ji bin xirbeyên avahiya ku di erdhejê de hilweşiyabû bi birîndarî hat xilaskirin, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Gezîn a Navçeya Xûxê ya Xarpêtê, di dema erdhejê de Avahiya Mavî Gol a 4 qat hilweşiyabû. Ji bin xirbeyên vê avahiyê cenazeyê Maviye Bûgdayli hatibû derxistin û Rabîa Gogdemîr jî bi birîndarî hatibû derxistin.
Di saetên serê sibê de Merîç Dîşlî, bi hevjîna xwe Pinar Dîşlî û kurê xwe Mîraç re ji bin xirbeyan hatibûn derxistin. Merîç ê birîndar bibû rakirin nexweşxanê. Dûre ekîbên ku xwe gihandin cenazeyê kurê wî Mîraç Dîşlî û jiyan wiya 6 meh ducanê Pinar Dîşlî ya bi giranî birîndar bibû. Pinar a rakirin nexweşxanê, ligel hemû mudaxileyan jî, jiyana xwe ji dest da.
Merîç Dîşlî û Rabîa Gogdemîr ên bi birîndarî ji bin xirbeyan hatin derxistin li nexweşxanê tên dermankirin.