STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 774'an de ji bo dermanger Ayşenûr Şîmeşk li hev kom bûn. Şîmşek, 25 sal berê di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê avêtibûn qeraxa rêyekê.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 774'an de careke din xwestin li Qada Galatsarayê li hev kom bibin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Lê belê careke din hatin astengkirin. Piştî hatin astengkirin li kuçeya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê, tîşortên ku li ser wêneyên xizmên wan hebûn li xwe kirin û wêneyên xizmên xwe hildan. Gelek kesan piştgirî da çalakiyê. Dayikên Şemiyê, vê hefteyê bal kişandin ser kuştina dermanger Ayşenûr Şîmeşkê ku di sala 1995'an de di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê avêtibûn qeraxa rêyekê. Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Şîmşekê bên dîtin.
Endama Komîsyona Li Hemberî Windakirina di Binçavan de ya ÎHD'a Stenbolê Besna Tosûn daxuyanî xwend. Tosûn, xwest kiryarên Ayşenûr Şîmeşkê bê dîtin. Tosûn, diyar kir ku Şîmşek di salên 90'î de di nav xebatên rêxistinbûyîna kedkarên tenduristiyê de cih girtiye û Seroka Şaxa Saglik-Sen a Enqereyê bûye. Tosûn, anî ziman ku Şîmeşk di dema xebatan de du caran hatiye binçavkirin û îşkenceyên dijwar lê hatine kirin. Tosûn, da zanîn ku wê demê hin kesan tim telefonî malbata Şîmekê kiriye û gef li wan xwarine. Tosûn, got: "Kesên ku gelek caran telefonî malbata Ayşenûrê kirine gef li wan xwarine û gotine, 'Heger dev ji vî karî bernede ew dizane'. Qereqolê du caran gazî bavê wê kiriye û gotiye, 'Bira keça te bê teslîm bibe an jê wê tiştên nebaş bibin'. Herî dawî malbata wê di 24'ê Çileya 1995'an de Ayşenûrê dîtiye û ji wê rojê ve xeber jê negirtine. Piştre çûne emniyetê, dozgeriyê û Wezareta Karên Navxweyî. Lê belê ev deverên navbirî ji wan re gotine, 'Nehatiye binçavkirin'. Piştî vê malbatê di 21'ê Adara 1995'an de daxuyaniyek daye û kampanyaya lêgerînê daye destpêkirin".
'LÊPIRSÎNEK ÇALAK'
Tosûn, anî ziman ku hîn kampanyaya lêgerînê dewam dikir, rojnameya Mîlliyetê di hejmara xwe ya 11'ê Nîsana 1995'an de nûçeyek çê kiriye û di nûçeyê de gotiye, li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hatiye dîtin. Tosûn, diyar kir ku piştî vê nûçeyê malbat serî li Dozgeriya Kirikkaleyê dide û li Goristana Bêkesan a Kirkkaleyê cenazeyê keça xwe dibîne. Tosûn, got: "Li gor rapora otopsiyê Ayşenûr Şîmşek di 28'ê Çileya 1995'an de hatiye kuştin û cenazeyê wê di 29'ê Çileya 1995'an de jî li Kirikkaleyê li qeraxa rêyekê hatiye dîtin. Ji ber ku berê hatibû binçavkirin şopa tiliyên wê li emniyetê hebûn, lê dîsa jî cenazeyê wê 3 hefteyan di morgê de tê sekinandin. Paşê wekî 'keseke kiryar nediyar' li Goristana Bêkesan a Kirikkaleyê tê veşartin. 25 sal in lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Em bang li dozgeran dikin ku karê xwe bikin. Windakirina di binçavan de sûceke aşkere ye. Bila niha demildest lêpirsîneke çalak bê destpêkirin".
‘EW RÛMETA ME NE'
Paşê xwişka Şîmşekê Fatma Şîmşek axivî û diyar kir ku hê jî kiryar nehatine dîtin. Xwişk Şîmşek, got: "A rast tişta ku dane windakirin wê dawiya pergala wan î qirêj bîne. A hat windakirin vîneke şoreşger bû. Lê em niha dibînin ku li vira ew vîn, bi nirxine bilnd tê bibîranîn, hevrêyên Ayşenûrê wê bibîr tînin. Lê belê ew, xwe di wê çirava qirêjî de vedişêrin. Dadgehên wan şano ne û ji wan tirê wê xwe bi xelasiyê bixin. Lê belê tovên ronahiyê yên ku Ayşenûrê reşandine mezin dibin û bi serbilindî li pêşberî wan in. Heta ew neqedin û tune nebin wê bidome. Bimire faşîzm, bijî biratiya bindestan".
Her wiha birayê Hasan Ocakê ku di bin çavan de hat windakirin Huseyîn Ocak jî derbarê çîroka Ayşenûrê de çend gotin gotin. Besna Tosûn jî bal kişand ser betalkirina qertên zer ên rojnamevanên muxalif û got, ev jî nîşan dide ku feraseta tirsê didome.
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.