AMED - Li Amed û Êlihê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan dîsa daketin qadê û aqûbeta windayan pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan bal kişand ser erdhêja li Xarpêtê û got: “Li ser hişyariyên zanyaran jî beriya erdhejê tu tedbîr nehatin girtin." Orhan helwesta wezaretê jî rexne kir û got: "Li gorî qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyê bê destûr bidin."
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 572’emîn de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan bal kişand ser erdhêja li Xarpêtê çêbûyî û wiha got: “Li ser hişyariyên zanyaran jî beriya erdhejê tu tedbîr nehatin girtin. Dema erdhej çêdibe nû seferberî tê îlan kirin. Ev jî tera nake. Em jî wek parazvanên mafê mirovan bang dikin ku beriya bûyerên xwezayî bila tedbîr bên girtin.”
‘QEDEXE 73 HEFTEYE BI AWAYEKÎ KÊFÎ DIDOME’
Orhan bibîrxist ku qedexeya Walitiya Amedê ya 73 hefteye bi awayekî kêfî didome û wiha berdewam kir: “Bersiva Suleyman Soylu ya ku daye pêşniyaznameya parlementerê CHP’ê Sezgî Tanrikulu ya der barê vê qedexeyê de wiha ye ‘Tu destur negirtin e. Daxwaza wan ji me çênebûye ji bo destûrê’ Em wek parastinerên mafên mirovan û xizmên windayan dibêjin, me çalakiya xwe ya demokratîk li Parka Koşûyolûyê dikir. Lê qedexeya li dijî vê yekê bê wate ye. Me ji bo destûrê serlêdan jî kir, lê tu bersiv nedan. Dixwazin me di qadên girtî de hepis bikin. Li gor qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyan bê destûr bidin. Ji ber ku em akubeta windayên xwe dipirsin diyar e ku hinek ji vê yekê aciz dibin û nahêlin em dengê xwe bilind bikin. Em dîsa dibêjin tiştê we bi serê malbatên me anî mecbûrin aşkere bikin. Hûn wek kesên berpirsyar mecbûrin.”
Orhan, dure çîroka Halîm Halicioglû yê di 20’ê Gulana 1993’yan de, li Çewlikê hatibû windakirin û pişt re malbatê tu agahî jê negirtî xwend.
Piştî axaftinê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi heman armancê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Elihê daxuyanî dan. Xizmên windayan di hefteya 478'an de li pêş avahiya komeleyê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Li vir jî xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" rakirin. Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20'ê Sibata 1994'an de li Navçeya Bakirkoy a Stenbolê hat windakirin pirsîn. Rêveberê İHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner, anî ziman ku 26 salin tu agahiyê ji Aydinlar nagirin û ji bo Aydinlar bê dîtin têdikoşin.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.