XARPÊT - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku li Xarpêtê li herêma erdhejê ye, diyar kir ku heta niha 39 kes ji bin kavilan hatine derxistin û got, ji ber ku Girtîgeha Semsûrê xesar dîtiye wê bê valakirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li navenda koordînasyonê ya Walîtiya Xarpêtê daxuyanî dan.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, diyar kir ku li navçeya Keferdîz a Meletiyê 4 kesan û li Xarpêtê jî 18 kesan jiyana xwe ji dest daye. Soylû, diyar kir ku ji saeta ku erdhej çê bûye heta niha 39 kes bi saxî ji bin kavilan hatine derxistin û got, li navçeya Keferdîzê kesên di bin kavilan de mabûn hemû hatine derxistin.
‘WÊ GIRTÎGEHA SEMSÛRÊ BÊ VALAKIRIN'
Her wiha Soylû, anî ziman ku ji ber erdhejê Girtîgeha Semsûrê xesar dîtiye û ew ê girtîgehê vala bikin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî diyar kir ku li herêma erdhejê 4 nexweşxane û 48 kon hatine vedan û got: "1031 kesî serî li saziyên tenduristiyê daye û ji vana 382 kes birîndar in".
Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm jî xebatên ji bo tespîtkirina xesarê didomin.