WAN - Zaroka 13 salî Şukran Demîrel a ku li benda neqla mejiyê hestî bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Zaroka bi navê Şukran Demîrel a 13 salî ya ku li benda neqla mejî bû, li Fakulteya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Di sala dawî de nexweşiya Demîrel pêş de çûbû û êdî dermanan feyde nedikirin û serîlêdana ji bo neqla mejiyê hestî ya li Wezareta Tendirustiyê hatibû kirin jî bê bersiv mabû.