MÊRSÎN - Girtiya Girtîgeha Tarsusê Garîbe Gezer name ji Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê re şand û diyar kir ku dema ew sewqî nexweşxaneyê kirin bi saetan destê wê di kelepçeyê de li ber sermayê hiştin.
Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Dema wan dibin nexweşxaneyê rastî tundiyê tên. Destê wan kelepçe dikin û gefan li wan dixwin. Herî dawî Girtiya Girtîgeha Jinan a Tarsûsê Garibe Gezer, zextê li wê hatiye kirin bi rêya nameyekê ji Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê reşand. maruz Gezer, diyar kir ku dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê destê wan bi zorê kelepçe dikin û wiha got: "Ji ber destê min kelepçe kirin, destê min reş û şîn bûye. Bi saetan destê me kelepçekirî me di rîngê de dihêlin. Dema me dibin hucreyê nexweşxaneyê jî me dixin rêzê û esker dikevin navberên me. Me dixin yek rêzê. Dema em li pey hev nameşin û hinek dikevin xwar. Em pêl li hev dikin. Em rastî tacîzê tên. Dema li jêrzemînên nexweşxaneyê me davêjin pişt deriyên hezin disa destê me di kelepçeyê de ye. Di hucreya jêrzemîna nexweşxaneyê de jî destê me di kelepçeyê de ye. Ji ber em vê yekê red dikin 6 - 7 saetan me bê tevger dihêlin. Em wekî robotan radiwestin. Dest û milê me bi saetan bê tevger dimîne. Ji ber ku di hucreyê de tuwaleta jinan tune me dibin tuwaleta mêran. Me bi saetan didin rawestandin. Dîsa fermandar dixwazin em deriyê tuwaletê vekirî bihêlin. Em pêdivîyên xwe yên duwaletê di bin hişmendiya mêr de dibînin.
Dema me dibin muaiyen dikin jî em rastî gef û fermanên fermandaran tên. Dema me muayine dikin, li gel personelên jin hene jî mêr li ser serê me radiwestin. Di ultrasonê de jî li gel me radiwestin. Em rastî tacîzê tên. Dema em li dijî van pêkanînan derdikevin me dîsa dibin davêjin hucreyan û bi saetan di hucreyên sar de didin rawestandin. Pêdiviyên tuwaletê jî li me dikin îşkence. Ceza di nava ceza de didin me. Me bi rîngên yek hucer dibin û tînin û bi saetan destê me kelepçekirî di rîngê de dihêlin. Em rastî ceza di nava ceza de li me dibirin. Di sala 2020'an de em rastî îşkenceya ku mînak û şiklê wê tune tên. Em bi rêze îşkenceyê ketin sala 2020'an.
Gezer, bang li parazvanên mafên mirovan û hemû kesên hestiyar kir ku li hemberî van pêkanînan têkevin nava tevgerê û piştevaniyê xurt bikin.