* Rêxistina HDP'ê, dê di roja duyemîn de 3'emîn Konferansa Mezin a Navendê berdewam bike (10.00)
* Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li pêş Şaxên ÎHD'ê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin (12,00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarê daxuyaniyê bide çapemeniyê (13.00)
* Rêxistinên partiyên saysî dê têkildarî windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê Sîlopiyê Ebûbekîr Denîz ên 25'ê Çileya 2001'an de hatin binçavkirin û windakirin daxuyaniyê bidin.