XARPÊT - Piştî erdheja li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê çê bû bi dehan avahî hilweşiyan û gelek welatî jî di bin kavilan de man. Ekîbên îtfaiye, ambulan û AFAD'ê yên çûn herêmê welatiyên di bin kavilan de mane derdixin.
Resedxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro saet li dor 20.55'an li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhej çê bûye û şideta wê 6.8 e. Her wiha tesîra erdhejê li Meletî, Semsûr, Dersim, Çewlig, Mêrdîn, Êlih û Amedê jî hat hîskirin. Piştî erdh hejiya welatî ji mal û kargehên xwe derketin.
JI SEDÎ ZÊDETIR AVAHÎ RÛXIYAN
Hat diyarkirin ku li Sîvrîce, Xarpêt û Gezînê ji sedî zêdetir avahî rûxiyane û eglek welatî di bin kavilên avahiyan de mane. Piştî erdhejê ekîbên îtfaiye, ambulans û AFAD'ê sewqî bajêr û navçeyên wê hatin kirin. Ekîbmanên çûn deverên avahî rûxiyane, welatiyên di bin kavlan de mane derdixin.
Her wiha li navçeya Şankûş a Amedê jî gelek avahî texrîb bûne.