NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdheja li xarpêtê AFAD'ê daxuyanî da û got: "Em ji nêz ve dişopînin. Ekîbên me li qadê ne û dixebitin".
Piştî erdheja li Xarpêtê ku şideta wê 6.8 bû, Serokê Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) Mehmet Gulluoglû, daxuyanî da. Gulluoglû got: "Ekobên me dest bi xebatan kirine. Em ji nêz ve dişopînin. Erdheja li Sîvrîceyê 7 kîlometre di binî erdê de çê bûye".