NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû daxuyand ku di erdheja Xarpêtê de heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û got: "Li Xarpêtê 2 kes û li Meletiyê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye".
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, piştî erdheja li Xarpêtê daxuyanî da. Soylû, got: "Li Sîvrîceya Xarpêtê 4-5 heb avahî hilweşiyane. Li gor agahiyên ji me re hatine tenê 2 kes birîndar bûne. Li Poturgeya Meletiyê jî çend avahî hilweşiayne".
Piştî vê daxuyaniyê Soylû careke din daxuyanî da û got: "Li Xarpêtê 2 kesan û li Meletiyê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye".