NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Ragihandina Serokomariyê Qertên Zer ên xebatkarên Rojnameya BîrGunê belat kirin.
Piştî Komîsyona Qertên Çapemeniyê bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ve hat girêdan, gelek rojnamgerên ku ji bo qertên xwe yên zer nû bikin serlêdan kirin, encam negirtin. Heta niha digotin 'Tê rawestandin' Lê hat diyar kirin ku qertên ser ên xebatkarên çapemeniyê betal dikin.
Qertên Zer ên gelek xebatkarên Rojnameya BîrGunê betal kirin. Lê heta niha têkildarî betalkirina Qertên Zer ên çapemeniyê daxuyaniyek fermî nehat dayîn. Heta niha ji rojnameya Evrenselê ku xwediyê qerta her dem e û li ser navê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ku di Komîsyona Qertên Çapemeniyê de peyvir kiribû Sultan Ozer û qartên Fevzi Argun, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Cîgirê Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Evrenselê Gokhan Durmuş, Midûrê Karên Nivîsan Şengul Karadag Bayhan, Edîtorê nûçeyan Vural Nasuhbeyoglu, Midûrê karê nivîsan Gorkem Kinaci, Edîtorê rûpelê Îskender Bayhan, Redaktorê nûçeyan Şukru Taş, Nûçegîhana wêneyan Sevil Atar û nûçegîhan Şerif Karataş, Derya Dursun, Ercument Akdeniz, Elif Ekin Saltık, Elif Gorgu, Emine Uyar, Mehmet Ozer, Ozer Akdemir û nivîskar Erol Aral qertên wan ên zer hatin betalkirin.