Rojane:::Manşet
AMED - Di dozên Sûrê de, dadgehê ceza li Mehmet Karatay û Mesût Aygul birî. Dadgehê cezayê muebeta giran û 13 sal ceza li Karatay û Aygul birî.
Di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de kesên ji navçeyê hatibûn derxistin hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 19 kes jê hatibûn girtin û bi giştî derbarê 40 kesî de doz hatibû vekirin. 11 danişînên dozê wekî Doza Sereke ya Sûrê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk hatibûn, lê belê paşê dadgehê dosye ji hev veqetandin û yeko yeko dest bi darizandinê kir.
Piştî biryara tefrîqakirinê dadgehê di danişînên ewil de bi tawanbariya "xirabkirina yekparayiya dewletê" cezayê muebeta giran li Mehmet Karatay û Mesût Aygul birî.
Her wiha dadgehê bi tawanbariya "kuştina peywirdarên cemaweriyê" jî herkê 13 sal ceza li Karatay û Aygul birî.
Her wiha danişîna Sedat Nûrîoglû, Sînem Ateş, Bûrhan Balta, Dilşad Şengul û Denîz Ataş jî hat taloqkirin.