AMED - Ciwanê bi navê Azad Baran ê berî 4 rojan ji girtîgehê hatibû berdan, li Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Ciwanê binavê Azad Baran ê berî 4 rojan ji Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê hatibû berdan, li ber Edliya Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Baran ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.