WAN – Li Wanê û navçeyên wê ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund hat girtin. Ji ber ku şaredariyên di bin rêveberiya AKP’ê û qeyûm de rêyan paqij nakin xelk bertek nîşan dide.
Li Wanê û navçeyên wê ji duh êvarê ve barîna berfê zêde bû û ji ber berfê bi rêya sedan gund hat girtin. Li navçeya Miksê rêya 68 gund, li Elbakê rêya 35 gund, li Ebexê rêya 30 gun, li Şaxê rêya 115 gund, li Artemêtanê rêya 27, li Payîzavayê rêya 25 gund, li Rêya Armûşê rêya 62 gund, li Bêgirê rêya 67 gund, li Qelqeliyê rêya 52 gund, li Serayê rêya 16 gund, li Tûşbayê rêya 82 gundan û bi giştî jî rêya 599 gundan hat girtin. Ji ber girtina rêya gundan welatî zehmetiyan dikişînin.
Heta niha rêya gunda û navenda bajêr û navçeyan nehatiye paqijkirin. Ji ber ku şaredariyên di bin rêveberiya AKP’ê û qeyûm de rêyan paqij nakin xelk bertek nîşan dide.