NAVENDA NÛÇAYAN - Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan li hemû fakulteyan û zanîngehê ve daliqandin.
Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê Başûrê Kurdistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan daliqandin. Xwendekaran, wêneyên Ocalan bi zanîngehê, li hemû fakulteyan, cafeyên navendî û eywana zanîngehê ve daliqandin. Xwendekaran, dan zanîn ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û heta tecrîd bi dawî bibe ewê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li ser wêneyên Ocalan nivîsa "Ji tecrîdê re na, bimire bêdengî" hatin nivîsandin.