AMED - 3 kesên ku derbarê kuştina zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez ê li Çinarê winda bû de hatibûn binçavkirin, cardin wê îfadeyên wan bên girtin.
Li gundê Sergelya ya navçeya Çinar a Amedê, zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez di 21’ê Çile de saet 22.00’yê şevê winda bû û dûre di malekê xirbe de hatibû dîtin. Dumez di encama lêgerîna malbatê de, du saet şûnde di malekê xirbe de bi giranî birîndar hatibû dîtîn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê. Dumez li Nexweşxanê ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da bû.
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Çînarê bi rêve bir de, kurê xalê Dumez V.T. û du kesên gundiyê wan hatibûn binçavkirin. Her 3 kes li Qereqola Leşkerî tên girtin. Hat diyar kirin ku dozger wê carek din îfadeya her sê kesan bigire.