HATAY - Semya Oktay a ji ber xebatên xwe yên siyasî rastî zextan hat, derbarê polîsên çûn mala malbata wê ya li Samandagê û gefa “Em ê bikevin hûndir, keça we bigirin” li malbatê xwarin de gilî kir, lê Midûriyeta Polîsan bi hinceta “Xebatên bi malbatan re tên kirin” serlêdan sûc red kir.
Semya Oktay a bi malbata xwe re li navçeya Samandag a Hatayê dijî, ji ber ku beşdarî kampa havînê ya Kovara Kaldiraç a li navçeya Datça ya Mûglayê li darxist û pêşandana belgefîlma jiyana dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema Berxwedana Geziyê de li Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da Emel Korkmaz bû, rastî zext û tacîzên polîsan hat.
Polîsên ku Oktay şopandin, ji bo ku beşdarî çalakiyên wiha nebe, di 6’ê Kanûna 2019’an de çûn malbata wê û zextên xwe dewam kirin.
Oktay piştî vê bûyerê, derbarê polîsan de bi sûcdariya “gefan dixwin” li Serdozgeriya Komarê ya Samandagê gilî kir. Oktay, di serlêdana xwe de diyar kiribû ku polîsên hatine malbata wê bi gotinên “Keça we li ber zinarane, her gav dibe ku bikeve. Em ê carek din wisan li deriyê we nexin. Em ê bikevin hûndir û keça we bigirin” gef xwarine.
Oktay, dîmenên polîsan ên çûbûn malbata wê jî, teslîmî dozger kirin.
'WEKE KU KALDIRAÇ Û AKA-DER RÊXISTINA TERORÊ NE!'
Dozger, li ser giliya Oktay dest bi lêpirsînê kir û ji Fermandariya Leşkerî ya Navçeya Samandagê re nîvîsan şand û xwest bûyerê lêkolîn bikin. Lê di bersiva hat dayîn de, Komelaya Çand û Lêkolînê ya Andolû (AKA-DER) “Neqanûnî kiribûn” û diyar kiribûn ku du polîsên Buroya Ewlekarî-TEM a Midûriyeta Polîsan a Navçeya Samandagê çûne malbatê û xwestin malbatê derbarê zarokên wan de wan hişyar bikin û agahî bidin wan.
Dozger di çarçoveya bersiva ji bo wî hat dayîn de, bi hinceta “Delîlên şênbêr tuneye” derbarê her du polîsan de biryara neşopandinê da.
Oktay jî, bi navbeynkariya parêzserê xwe li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Hatayê ev biryara dozger îtîraz kir. Lê polîsan dîsan jî Oktay tacîz kirin. Oktay li ser vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Hatayê da. Oktay, da zanîn ku ew ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi cih bîne û got: “Ezê dest ji şopa vê bûyerê bernedim.”