AMED – Serokê Platforma DGD’ê Abdulhakîm Daş diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd çi bikeve ser milê wan dê bikin û heta yekîtî pêk neyê dê rizgarî jî pêk neyê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd di 18 û 19’ê çile de li Amedê bi rojeva yekîtiya neteweyî komxebatek li dar xist. Nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, rewşenbîr, jin, ciwan û rûspî jî di nav de 130 kes beşdarî komxebatê bûn. Serokê Platforma Komeleyên Rohilat Başûrêrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş jî beşdarî komxebatê bû. Daş têkildarî yekîtiya kurdan ji ajansa me re axivî.
‘YEKÎTÎ DIVÊ HER KESÎ BEŞDARÎ XWE BIKE’
Daş di mijara yekîtiya neteweyî de ji neteweyên cîhanê mînak da û netewên di encama bi eniyea neteweyî û kongreyê de gihîştin azadiya xwe. Daş bal kişand ser tifaqa gelan di navbera xwe de pêk anîne û di nava tifaqên hatine avakirin de raman û baweriyên cuda jî cih girtine. Daş diyar kir ku pêwîste yekîtiya neteweyî li ser nirxan were avakirin û yekîtiya dê pêk were jî divê her kesî di nava xwe de bihewîne.
'JI YEKÎTIYA ME DITIRSIN’
Daş da zanîn ku wan di nava xebatên yekîtiya neteweyî yên berê hatine birêvebirin de jî cih girtine û got: “Ew xebat heta astekê hatine û sekinîne. Her tim viya tê ziman, xebat heta cihek tê û li wir disekine. Ev jî cihê rexnekirinê ye. Pêkanîna yekîtiyê ne tişek hêsan e. Çimkî 4 dewletên dagirkir welatê me dagir kirine. Ev her çar welatên dagirger jî ji bo kurdan berê hev bidin di nava hewldanan de ne. Yekîtiya me li xweşa wan naçe û ji xwe re wek zirarê dibînin. Yekîtiya me tê wateya têkçûna wan. Ji ber vê yekê ew dewletê naxwazin em werin gel hev û bibin yek.”
'HEKE YEKÎTÎ HEBÛYA WÊ ÊRIŞ PÊK NEHATANA’
Daş anî ziman ku tenê ne 4 dewletên cîranên kurdan di heman demê de hêzên navnetewî jî ji bo berjwendiyên xwe naxwazin yekîtiya kurdan pêk were û wiha got: “Destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê li ber çavan e. Ev destkeftî di asta navnetewî de tên nasîn. Li aliyekî dinya me nas dike û xwedî li me derdikeve lê em nabin yek û xwedî li xwe dernakevin. Êrişên li dijî Rojava û Başûr jî li ber çavan e. Dema êriş pêk tên dengê me dernakeve. Ev jî ji ber kêmasiya nirxên neteweyî peyda dibe. Heke yekîtiya kurdan hebûya wê ev êriş pêk nehatina.”
'YEKÎTÎ WÊ RIZGARIYÊ BI XWE RE BÎNE’
Daş destnîşan kir ku xebatên yekîtiyê gel motîve dike û gel tevlî têkoşînê dike û got: “Yanî yekîtî ji bo me şert e. Em rêxistinên sivîl in. Em ne siyasî ne. Me di sala 2017’an de bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî. Em niha jî ji bo pêkanîna yekîtiyê amade ne û em dikarin bibin navbeynkar. Heke yekîtî pêk neyê em ê ne dikaribin destkeftiyên li Rojava ne jî destkeftiyên li Başûr biparêzin. Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê jî kurd dikarin werin ba hev û li dijî rejîma Îranê derkevin. Yanî wê yekîtî rizgariyê bi xwe re bîne. Em dîsa dibêjin ji bo yekîtiyê çi bikeve ser milê me em amade ne.”
MA / Mehmet Şah Oruç - Lezgîn Akdenîz