ŞIRNEX - Di ser windabûna Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekîr Denîz re 19 sal derbas bûn. Parêzerên her duyan careke din serî li DMME'yê dan.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz di 25'ê Çileya 2001'ê de çûbûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, lê belê piştî çûn hew vegeriyan. Di ser windabûna Taniş û Denîz re 19 sal derbas bûn. Par Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) careke din dosyeya her duyan qebûl nekiribû û li ser vê parêzeran careke din serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
DMME'yê cara ewil Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kiribû û xwetsibû Tirkiye 172 hezar eûro bide her du malbatan.
Hakîm Taniş ku piştî birayê wî Serdar hat windakirin bû hiqûqnas û Ceylan Denîz ku gava bavê wê hat windakirin 5 salî bû, behsa têkoşîna xwe ya ji bo edaletê kirin.
AYM'Ê RED KIR
Parêzer Hakîm Taniş, anî ziman ku DMME'yê bi hinceta "rêyên hiqûqa navxweyî baş nehatine şoxulandin", "darizandineke adil" û "binpêkirina mafên jiyanê" Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kiriye. Taniş, diyar kir ku piştî biryara DMME'yê dosye demekê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê hatiye sekinandin û got, piştî ev dadgeh hatine girtin dosye ji nû ve ji Dozgeriya Komarê ya Silopiyayê re hatiye şandin. Taniş, da zanîn ku di 25'ê Gulan 2015'an de dozgeriyê ji bo dosyeyê biryara "neşopandinê" girtiye û wan jî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cizîrê îtiraz kiriye û got: "Îtiraza me jî hat redkirin. Vê carê di 17'ê Tebaxa 2015'an de me dîsa dosye ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re şand. AYM'ê di 18'ê Tîrmeha 2019'an de teblîxatek şand û got, dosye nayê qebûlkirin".
'AYM KIRYAR PARASTIN'
Taniş, anî ziman ku biryara AYM'ê biryareke bêhiqûqî ye û got: "Ji xwe DMME'yê di biryara xwe de gotibû, rêyên hiqûqa navxweyî baş nehatine şoxulandin. Loma biryara AYM'ê biryareke bêhiqûqî ye. Bi hinceta 'demboriyê' qebûl nekir. Lê belê ji biryara wê jî xuyaye ku kiryaran diparêze".
‘ŞERMA TIRKIYEYÊ'
Taniş, da zanîn ku piştî biryara AYM'ê di 8'ê Çileya 2020'an de careke din serî li DMME'yê dane û got: "Têkoşîna me ya hiqûqî didome. Çi hewce be em ê bikin. Niha gorek me jî tuneye. Ev mirovan diêşîne. Ev yek birînên malbata Denîz û Taniş kûrtir dike. Çimkî gorek wan jî tuneye û ev şerma Tirkiyeyê ye".
HÎN JÎ LI BENDA BAVÊ XWE YE
Ceylan Denîz jî diyar kir ku 19 sal derbas bûne lê belê hîn jî ew li benda xeberekê ne û got: "Em her roj di nav liv û tevgerînekê de ne. Pêdiviya me bi hin agahiyan heye. Her pêncşem mirov diçin ser gorên xwe. Ev yek me diêşîne. Zarokatiya me û hêviyên me ji me dizîn. Gava bavê mirov bimire mirov li bendê nasekine. Lê ê me 19 sal in em bi wê hêviyê dijîn".
Denîz, anî ziman ku par li Kerboranê hin hestî hatine dîtin û bi hêviyeke mezin çûne û got: "Me got belkî em aqûbeta bavê xwe hîn bibin. 19 sal in em diêşin. Êdî wê xebereke bêhêviyî jî em kêfxweş bikin".
Denîz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de ji hêla derûnî ve pir westiyaye û got: "Sal 2020 e. Qaşo em li welatekî biedalet dijîn. Heger edalet hebe, çima ji bo me tiştekî nake? Niha windahiyên nû çê dibin. Wê ev jî bibe destpêka pêvajoyek nû. Ji ber vê pir ditirsim. Min digot qey wê ev ên dawî bin. Wê gelek zarok bibin wekî min. 19 sal derbas bûne, hê jî tiştek neguheriye. Heger edalet hebe, nexwe divê ji bo windayan û xizmên wan jî têkeve dewrê".
MA / Mujdat Can