COLEMÊRG - Şêniyên gundê Cemê Isman ku havînan ji ber qedexeyan nikarin biçin zozan û mêrgan û giha bidirûnin, niha tona kayê bi hezar û 500 TL'yş, qevdek giha bi 7 TL'yan difiroşe. Şêniyên êdî nikarin sewalvaniyê bikin, ketina etra zivistanê ku dê çawa derbas bibe.
Li Colemêrgê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan gundî nikarin havînan biçin gha bidirûn. Ji ber vê gundî nikarin sewalvaniyê bikin û niha tonek ka bi hezar û 500 TL'yî dikirin û qevdek giha jî bi 7 TL'yan difiroşin.
Şêniyê gundê Cemê Isman Emîn Yîgît, anî ziman ku ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanên xwe yên li herêma Çarçelayê. Yîgît, da zanîn ku 4 heb pez zivistanê tonek êm dixwin û got, ev çen sal in di zivistanê de ka û giha dikire. Yîgît, anî ziman ku ji xeynî sewalvaniyê karekî wan jî tuneye û got: "Berê me li mêrg û zozanan giha didirût û pê heywanên xwe xwedî dikir. Lê ev çend sal in ji ber qedexeyan em nikairn biçin herêmê. Loma em giha û kayê dikirin".
Salîh Yîgît jî destnîşan kir ku ji ber qedexeyaan heywanên wan birçî mane. Yîgît, got: "Tenê em dikairn heywanan xwedî bikin. Her diçe fiyetê ka û giha buha dibe. Piştî zozan û mêrg hatin qedexekirin em bê ka û giha man. Ka û giha pir buha bûne, lê dîsa jî me çend ton kirîn. Me dikaribû bi gihayên mêrga xwe bi rihetî dbeara xw ebike. Her diçe ji ber rewşa aborî em zehmetê dikişînin".