ŞIRNEX - Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê, li kesên tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê bûbûn cezayê pereyî birîbû. Lê belê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Silopiyayê ji bo cezayê navbirî got, "dijî hiqûqê ye".
Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyaya Şirnexê, li kesên tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûbûn cezayê pereyî birîbû. Emniyetê, li ji 20 zêdetir kesî herkê 320 TL cezayê pereyî birîbû. Piştî cezayê emniyetê hin welatî û HDP'iyan serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Silopiyê dabû.
Yek ji kesên cezayê pereyî lê hatibû birîn jî Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez bû. Dadgeriyê, serlêdana Îrmez nirxand û got, biryara midûriyeta emniyetê "dijî hiqûq û usûlê ye" û îtiraza Îrmez qebûl kir.