'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'

  • rojane
  • 09:06 24 Çile 2020
  • |
img

AMED – Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen, têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku zarok pêşeroja civakê ne û got: "Dema zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî dimîne. Ew zarok kesayetiya xwe temam nake."

 
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Esen, Tora Ziman û Çanda Kurdî nirxand. 
 
Esen, diyar kir ku dema mirov qala zimanî bike nikare zarokan li derveyî vê mijarê bihêle, ji lewre zarok pêşeroja ne û got: Ji ber vê yekê, di torê de pêwîstiya bi xebatên zarokan jî derket holê. Em wek 14 saziyên ku li Amedê kar û barên zarokan dikin beşdarî torê bûn. Hinek sazî karên hunerî, hinek ser derûnî û civakî dixebitin. Her sazî cur bi cur xebatên wan hene. Ji bo civakekê giringiya zarokekî çi ye? Me ev tişt nîqaş kirin. Di encama niqaşên me de ev derket. Dema zarokek xwerû zimanê dayika xwe an yê civaka xwe perwerdê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî dimîne. Ew zarok kesayetiya xwe temam nake. Tenê xwendin û nivîsandina civakê têra nake. Divê hişmendiya wê civakê jî wergire. Zarok li gorî nirxên civaka xwe mezin bibe. Bila ji hemû çand û zimanan re jî vekirî beî lê di serî de bila xwe, ziman, çand, dîroka nas bike".
 
Esen, anî ziman ku di komxebata torê de ji bo vê yekê hin pêşniyar jî hatine kirin û got: "Hin sazî hene pêşî li ber pişaftina zarokên kurdan vedikin. Hinek kampanya didin dest pê kirin, dibên em ê pirtûkan bibin vî gundî ji bo zarokan. Lê tu pirtukên kê dibî ji zarokên kê re dibî? Pirtûkên tirkî ji zarokên kurdan re dibî. Dibe ku armanc cuda be lê tu wî zarokî dikujî. Ew ziman, çand ne yê wan e. Tu diçî wî zimanî ser wan zarokan didî ferz kirin. Heke xizmetek ji bo wan zarokan biçe jî divê li gorî nirxên civakê û jiyana wî zarokî û li gora xwebûna wî zarokî here, ne tiştekî derveyî wî zarokî ku ew zarok ji xwebûna xwe dûr bikeve". 
 
'ZIMAN ŞAŞ WERE ZANÎN DÊ ŞAŞ WERE FÊR KIRIN'
  
Esen, da zanîn ku saziyên bi zarokan re dixebitin hem di hêla perwerdehiya pedagojîk de hem jî di hêla çand û zimanê kurdî de mamosteyên wan qels in û got: “Dê mamoste çawa nêzîkî zarok bibe an jî gav bi pirsgirêkekê re rû bi rû bimîne, wê çawa çareser bike, nabe bersiv. Dema ziman jî şaş were zanîn dê şaş were fêr kirin jî. Ji ber ku zarok mamoste ji xwe re wek rolmodel digire. Heke zarok li gora çand, huner û civaka xwe nirxên xwe yên civakî perwerde nebe û mezin nebe, ew zarok ji destkeftiyê zêdetir dê bibe xetere ji wê civakê re. Ji bo vê jî tişta pêwîst ew zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne. Em daxwaz dikin ku zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibînin. Divê ji bo pêşeroja zarokan mirov pirsa ji zarokan bikin".
 
'HÛN DIKARIN MALÊN XWE BIKIN DIBISTAN'
 
Esen, anî ziman ku li ser pêşniyaran wê lêhûrbunek çê bibe û wê di nêz de ji pêşniyarên hatine kirin hinan jê pêk bînin. Esen, got: "Tora Çand û Ziman hişmendiyek wisa li civakê dide avakirin. Heke hûn bixwazin zarokê we binirx û çanda xwe mezin bibe hûn dikarin malên xwe bikin dibistan jî. Qet nebe dawiya hefteyê zarokên xwe bişînin saziyên çand û hunerê ji bo ku hînî ziman bibin.” 
 
Esen, destnîşan kir ku her maseyeke torê balê dikişîne ser hêlên cuda yên civakê û got: “Divê qenaleke me ya kurdî tenê karê wê çand, huner û zimanê kurdî be û li ser vê bixebite. Divê her kes jî zarokên xwe teşwîqî temaşekirina wê qenalê bikin. Bila rêzefîlm, belge, portreyên zanyar, hunermend, nivîskarên kurd di wan televîzyonan de werin nişandan. An jî bernameyên taybet yên li gorî zarokan werin çêkirin. An dersên zimanê kurdî werin dayîn. Divê hişmendiya perwerdehiya ziman were dayîn di televîzyonê de. Aliyekî din nivîskar dikarin ji bo zarok û ciwanan mijarekê ji xwe re diyar bikin û wek fasîkul wan mijaran binivîsin û mal bi mal  belav bikin". 
 
Esen, ji bo pêşxistina ziman û çandê hin pêşniyar kirin û xwest ku şaredarî muzîk û metelokên kurdî bi rêya CD’yan an jî rêbazên din li hemû ajokaran belav bikin. Esen, dîsa pêşniyar kir ku hemû esnafên bajêr bi kurdî bi muşteriyên xwe re danûstandinê bikin û ji bo vê zanebûnê jî xebat bên meşandin.
 
'NE SED, HEZAR DIBISTAN JÎ TÊRA NAKE'
 
Esen, anî ziman ku bi dibistanên heyî pirsgirêka ziman çareser nabe û got: “Ne tenê sed dibistan hezar dibistan jî vebin têra nake. Divê di serî de ji bo zarokan lêkolînek were kirin. Dema zarokek li ser zimanê dayikê perwerde bibîne destkeftiyên wî çi ne? Dema nebîne di jiyanê de çi kêmaniyan dijî. Hêla wî ya derûnî û civakî were lêkolînkirin û li ser vî awayî raporek were amade kirin. Ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê re were pêşkeş kirin. Me ev xebat li nav civaka kurdan de kir em gihiştin vê encamê ji ber ku di eslê xwe de zimanê vê civakê bi kurdî ye. Dema zarok diçe perwerdeyê bi tirkî dibîne di vê hêlê de kêmahiyan dikişîne. Pêşî dê tespîta pirsgirêkê bikî. Karê lêkolîna ku te kiriye. Dê bi raya giştî re parve bikî, ev lêkolîn hatiye kirin bi civakê bidî zanîn ji xwe xema dewletê nîn e. Ji xwe dewlet li hemberî te di nava xebateke pir mezin de ye. Êdî li gundan jî zarokên 3-4 salî dibin kreşan asîmîle dike. Divê raya giştî bê agahdarkirin ji bo ku milet bizane.”
 
'DAXWAZNAME WERIN DAYIN DEWLET NEÇARE KU GAV BIAVÊJE'
 
Esen, dest nîşan kir ku Wezareta Perwerdehiyê biryar daye ku li kreş û dibistanên navîn dersên zimanên cuda yên wekî hilbijarte bên dayîn. Esen, pêşniyar kir ku her kurd ji bo zarokên xwe bi daxwaznameyan biçin serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin û got: “Ger ku li Kurdistanê 3-4 hezar zarokên kurdan dersên kurdî hilbijêrin belkî dewlet deng jî neyne xwe û xwe bêxem bike. Lê ger ku bi sed hezaran kurd ji bo zarokên xwe daxwazname bidin û kurdî hilbijêrin dewlet neçare gavan biavêje. Yan wê di dibistanan de polên taybet veke yan jî ji bona kurdî mamosteyan tayîn bike. Dibe ku di demekê de her tişt çê nebe, lê wê gavek bê avêtin.”
 
'ZAROK PÊŞEROJA CIVAKÊ NE'
 
Esen, diyar kir ku berî qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin, kreş di destê şaredariyan de bûn û kurdan zarokên xwe dişandin kreşan û fêrî kurdî dikirin û got: "Lê ji ber ku niha li wan krêşan perwerdehiya bi kurdî tuneye malbat neçar in zarokên xwe bişînin dibistanên tirkî. Hin xemxurên ziman di dawiya heftê de zarokên xwe dişînin atolyeya çand, ziman û hunerê lê ev ne bes e. Bêtir zarokên kedkaran tên atolyeyan. Li aliyê din li bajarên ku hatin xerabkirin, malbatên ku xanî û bajarên wan hatin xerabkirin zarokên xwe dişînin atolyeyan.” 
 
Esen ji bona pêşeroja zarokan jî axivî û got: “Zarok pêşeroja civakê ne. Berpirsyariya zarokan berpirsyariya pêşerojê ye. Ji ber vê yekê zehmet e û giran e. Di serî de mamosteyên ku li atolyeyan dersê didin, divê di aliyê ziman, çand û dîroka kurdan de serwer bin û zarokan baş perwerde bikin. Derûniya zarokan baş zanibin. Ji ber vê yekê divê berê mamoste bên perwerdekirin. Ya din divê tenê em bi 10-12 atolyeyan bi sînor nemînin û hejmarê pir zêde bikin. Divê li hemû tax, gund, navçe û bajaran vê hişmendiyê pêş bixin. Li hemû deran malên çand, huner û ziman ava bikin û her kes zarokên xwe bişînin van malan. Dîsa divê ji bo zarokan em materyalên dersê û robotîk ava bikin û zarok karibin bi van materyalan fêrî çand û ziman bibin. Dîsa bi rêya medyayê em dikarin bi fîlmên weke karton çand û ziman bi zarokan bidin fêrkirin û divê malbat jî bi zarokan bidin temaşe kirin û gelek mînakên wekî wê.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç

Sernavên din

25/01/2020
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir
17:34 Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da
17:29 Kesekî din jî ji AKP'ê îstifa kir
15:57 Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan
15:53 Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê
15:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:12 Ciwanê berî 4 rojan hatibû berdan dîsa hat binçavkirin
15:06 'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’
14:35 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
14:22 'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’
13:20 Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin
13:08 Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin
13:08 Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin
13:07 Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
12:43 Buldan: Em ê bibin pira gelan
12:22 Li Wanê ji ber berfê rêya bi sedan gund hat girtin
12:10 Polîsan bi ser TUHAY-DER’a Wanê de girtin, gelek kes binçavkirin
12:00 Ceza li rojnameger Osman Akin hat birîn
11:34 Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
11:28 Wêneyên Ocalan bi Zanîngeha Silêmaniyê ve kirin
11:03 Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!
10:46 Dozger wê derbarê kuştina zarokê 8 salî de îfadeyek din bigire
10:40 Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên
10:33 'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'
10:22 Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê
10:19 Polîsên ku gef li malbatê xwarin, karê xwe kirine!
10:07 Daş: Heta yekîtî pêk neyê rizgarî jî pêk nayê
09:15 19 sal derbas bûn hê jî winda ne
09:14 Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin'
09:13 Ji ber qedexeyan êdî nikarin sewalvaniyê bikin
09:12 Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn
09:07 Dadgehê ji bo cezayê pereyî got, 'dijî hiqûqê ye'
09:06 'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'
09:05 Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
09:04 Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
09:03 'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN
23/01/2020
19:44 Li Amedê 13 kes hatin girtin
16:51 Esîn Kavrûk ê gotibû ‘Ji şer re na’ hat tahliyekirin
16:34 Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin
16:28 Dayika Aştiyê ya bi erdê re hat kaşkirin xistin ber lêpirsînek nû
16:25 Der barê berdevkê HDP'ê Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn dan destpêkirin
16:08 KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
15:47 Parêzeran Ocalan dîsa serlêdana hevdîtinê kirin
15:26 Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
14:38 Endeksa Têgihandina Nelirêtiyê ya Tikriyeyê kêm dibe
14:35 Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin
14:26 Danişîna doza Akdemir taloq kirin
14:24 Der barê Rojnameya Ozgur Gelecek de biryara komkirinê dan
14:23 Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin.
12:52 Baroya Amedê biryara qeyûm bir Dadgeha Bilind
12:39 Li Bedlîsê daran jê dikin û defin dikin
12:17 Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê
11:55 Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin
11:20 Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
11:06 Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin
10:51 'Aqilê dewletê bûye yek û li Dersimê li dijî jinan şer daye destpêkirin’
10:43 Di lêpirsîna ji bo greva birçîbûnê de biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:31 Li Çinarê zarokê 8 salî hat kuştin
10:21 Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da
10:09 Trabzoniya fêrî Kurdî dibe: Ziman dê hişmendiya me biguherîne
09:12 ‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike'
09:12 Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene
09:11 'Ne bac, xeracê ji me digirin'
09:11 Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin
09:10 Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2020'AN
22/01/2020
17:00 Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne
16:52 Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan
16:28 'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'
15:58 Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne
15:55 Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar
15:20 ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin
15:19 Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir
15:04 Meclisa dîsa li hev neciviya
15:03 ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike
14:51 Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê
13:57 AKP reyeya zêde dide notirvanan
13:51 Dundar: TOKÎ li Nisêbînê malan teslîm nake
13:20 Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê
12:23 Kesekî ku 26 berê ji leşkeriyê firar kiribû hat binçavkirin
11:14 Li Amedê polîsan pozê welatiyekê şikand û binçavkirin
10:34 Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye
10:34 Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt