AMED - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mesût Bagcik û 12 kesên din bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 7 kes jî hatin berdan.
Di 8'ê Kanûna 2019'an de li navçeya Çinar, rezan û Peyasê 24 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 21 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Di çaçroveya heman lêpirsînê de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mesût Bagcik jî di nav de 16 kes di 13'ê Çileyê de û 4 kes jî dû re hatibûn binçavkirin.
Hat hînbûn ku 20 kesên 11 rojan di bin çavan de man bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" û "li ser navê rêxistinê çalakî kirine" hatine binçavkirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê Endamê Meclîsa Partiyê Mesût Bagcik û 16 kesên din sewqî dadgehê hatin kirin, 4 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3'yan a Amedê jî Bagcik û 12 kesên din bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt û 3 kesên din jî bi şertê kontrolkirina edlî berda.