STENBOL – Kedkarê tenduristiyê Esîn Kavrûk ê ji ber parvekirina “ji şer re na” hatibû girtin hat tahliyekirin.
Kedkarê tenduristiyê Esîn Kavrûk di serdema êrişên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di medya civakî de gotibû “Ji şer re na” û ji ber vê yekê hatibû girtin. Kavrûk bi angaşta “Propaganda rêxistinê kiriye” girtî dihat darizandin û danişîna ewil a dozê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Kavrûk û parêzerên xwe amade bûn. Piştî parastinan heyeta dadgehê bi biryara şertê kontrola edlî Kavrûk berda.