MÊRDÎN – Derbarê Dayika Aştiyê Hevlet Oncu de ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê doz lê hatibû vekirin wê xistin ber lêpirsînek din.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 20’ê Nîsana 2019’an de ji bo balê bikişînîn ser greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî hatibû lidarxistin. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kiribû û Dayika Aştiyê Hevlet Oncu bi erdê re kaş kiribûn û binçav kiribûn. Derbarê Oncu de bi angaşta “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Oncu beşdarî danişînê nebû û parêzer amade bû.
Dozger diyar kir ku bi hênceta Oncu beşdarî civînek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye lêpirsînek nû derbarê wê de hatiye destpêkirin.
Heyeta dadgehê ji bo vê detayên lêpirsîna nû lêkolîn bike danişînê taloqî 26’ê adarê kir.