ENQERE - Der barê berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay de ji xala 301’an lêpirsîn dan destpêkirin.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn da destpêkirin. Polîsan teblîgat şandin Navenda Giştî ya HDP'ê û diyar kirin ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tê payîn ku Kubilay di rojên pêş de biçe Edliyê û îfade bide.