ENQERE - Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Zelaliyê, Endeksa Têgihandina Nelîrêtiyê ya sala 2019'an a Tirkiyeyê bi qasî 2 pûanan kêm bûye.
Rêxistina Navneteweyî ya Zelaliyê ku li dijî nelirêtiyê têdikoşe, Endeksa Têgihandina Nelîrêtiyê ya sala 2019'an aşkera kir. Di endeksê de 180 welat hatine nirxandin. Tirkiye 39 pûan girtiye û daketiy rêza 91'emîn. Li gorî sala borî Tirkiye 2 pûanan winda kiriye û 13 rêz daketiye jêr. Weke hincet jî nezalbûna îhaleyên cemaweriyê hatiye nîşandan.