AMED - Baroya Amedê, biryara 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê ya rawestandina birêveberina pêkanîna qeyûm ku li ser îttîraza Wezareta Karên Hundir ji holê rakiribû, bir Dadgeha Bilind.
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin û Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû weke qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Baroya Amedê ji bo rawestandina vê biryarê doz vekiribû. 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê, di meha kanûnê ya 2019'an de serlêdana Baroya Amedê nirxandibû û biryar dabû ku tayînkirina qeyûm bê rawestandin. Lê li ser îttîraza Wezareta Karên Hundir heman dadgehê piştî 12 rojan biryar xwe guherandibû û tayînkirina qeyûm di cih de dîtibû. Her wiha dadgehê diyar kiribû ku biryara xwe ya yekemîn bi şaşî dane.
Baroya Amedê, li ser vê yekê biryara duyemîn a 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê bir Dadgeha Bilind.